Rêveberiya Sivîl a Minbicê: Em ê daxwazên şêniyan pêk bînin

Derbarê bûyerên ku li Minbicê derketine û ji bo çareseriyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê daxuyaniyek weşand
Rêveberiyê diyar ew amade ne hemî daxwazên şêniyên Minbicê pêk bînin.

Daxuyanî bi amadebûna nûnerên sazî û komîteyên Rêvebiriya Sivîl a Demokrat li Minbic, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, rûspî û şêxên eşîr li Minbicê û gundewarê wê hat dayîn.

Di daxuynî de hate gotin ‘

“piştî derketina şêniyan ji bo daxwzên xwe yên xizmetguzariyê, Rêveberiya sivîl a demokratîk li bajarê Minbic û Meclîsa Leşkerî û şîx û rûspiyên herêmê bi hev re civiyan.”

Hat diyar kir ku di civîna awarte ya yekem de, rêveberî yekser bersiva hin daxwazên gengaz pêk anî ,ji wan:

-Rawestandina kampanya Erka Xweparastinê li bajarê Minbic û ji bo lêvegereke ji zagonê re bê kirin.

– Hemû kesên ku di bûyerên dawî de hatin girtin serbest hatin berdan.

Her wiha rêveberî hemî lêçûnên dermankirina birîndaran hilgirt ser xwe.

Rêveberiyê di daxuyanîyê de destnîşan kir ku ji bo çaraseriya vê pirsgirîkê komîteyek bêalî hat avakirin û civînên xwe domandin.

Rêveberiyê di daxuyanîyê de encama van civînan ragihand û diyar kir;

– Nivîsgeha erka Xweparastinê di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li ser guhertin û sererastkirina Zagona Erka Xweparastinê dixebite.

– Di nav 15 rojan de dê pêdiviyên ku şêniyan daxwazkirine bên dabîn kirin.

– Li gorî adet û kevneşopiyên herêmê dê bedêlên madî ji malbatên qurbanan were dayîn.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbic bang li şêniyan kir kuli hember aramî û ewlehiya herêmê berpirsyar bin û li pey fitneyên ku hikumeta Sûriyê û dagirkeriya Tirk diderxînin, nekevin.

Back to top button