YAN MABÛNA DI NATO DE YAN S-400 HILBIJÊRE

Cîgirê Serokê Emerîka Mike Pince jî, ji Tirkiyê re got, Yan NATO yan jî S-400 hilbijêre.

Cîgirê Serokê Emerîka Mike Pence jî, diyar kir ku Tirkiyê bi vê gava xwe, mabûna xwe ya di NATO’yê dixe xeteriyê..

Mike Pence jî hişyariyeke çarenûsî da Dewleta Tirk û ev bijatre dan pêşiya wê..

“Yan hevkarekî me di NATO de bimînî, yan jî S-400 bikire”

Mike Pence di heman demê de diyar kir ku, eger Tirkiyê S-400 bikire, wê Emerîka wê ji bernameya balafirên F-35 derxîne.

Emerîka di wê metirsiyê de ye ku, eger Dewleta Tirk S-400 bikire, dê agahiyên li ser teknolojiya balafirên NATO’yê nas bike

Herî dawî jî, Wezîrê Karê Deve yê Tirkiyê Mewlût Çawîş Oglu dema tev li şahiyên salvegera 70`ê ya damezirandina NATO`yê bû li pêşiya Komxebata Lêkolînan a Washingtonê got: “Em dest ji krîna pergala S400 bernadin.”

Di heman wextê de, Çawîş Oglu ji ber hişyariyên Emerîka banga avakirina komîteyek fenî kiribû..

Ev komîte wê diyar bike ka S-400 li ser NATO xeter e yan na.

Leave a Reply

Back to top button