Meclisa Leşkerî ya Minbicê: li gundewarên Minbicê 4 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand wan li eniya bakur-rojhilatê Minbicê hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin û 4 çete kuştin.

Artêşa Tirk û komên xwe yên çete duh sibehê êrîşî bakur-rojhilatê Minbicê kirin û xwestin gundê Hoşyeriyê û Taxarê dagir bikin, lê rastî bersivek tunda ji aliyê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatin.

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrîşê de daxuyanî da û anî ziman”çeteyan saetên sibehê hewl da derbasî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Toxar ê bakurê rojhilatê Minbicê bibin, lê şervanên meclisê bersiv da û şerekî dijwar qewimî.”

Navendê eşkere kir di encama şer de 4 çete hatin kuştin û yên din jî reviyan.

Back to top button