Misirê ji ber hebûn Tirkiyê ya Lîbyayê danustandinê xwe bi Tirkiyê re rawestand

Misir dibêje divê tekez dewleta Tirk û bêyî tu mercan ji erda Lîbyayê derkeve û heger wiha neke jî ew ê hemû danûstandinan bisekinîne.

Tora Erebiyê ragihand Qahîra peyamên lezgîn ji saziyên Tirkiyê re şand ku ji ber hebûna leşkerî ya Tirkiyê û çeteyên wê li Lîbyayê wê hevkariya ewlehî ya gelek dosyayan werin sekinandin.

Hat ragihandin ku Misirê hebûna hin şêwirmend û çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê heta dawiya sala 2021 jî qebûl nake.

Tora Erebiyê der barê dosya rojhilatê Deryayê Spî de jî da zanîn ku Qahîre hemû diyalogên ku Tirkiyê xwestiye li ser dosya gaza rojhilata Deryaya Spî pêş bixe jî red kiriye.

Hat ragihandin jî ku Qahîra ji ber hin sedeman civînên nû yên bi Tirkiyê re heta demeke nediyar taloq kirin.

Back to top button