Li bajarê Hema 10 kes ji Difaa El-Wetenî hatin kuştin

Li bajarê Hema di encama çandina mayînek de, ji hêla çeteyên DAIŞ’ê 4 leşkerên hikûmeta Şamê hate kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan-SHOR ragihand ku li bajarê Hemayê DAIŞ’ê bi rêka mayînê seyareke hêzên hikûmeta Şamê kir armanc.

Di encama teqîna mayînê de 4 kes hatin kuştin 6 jî birîndar bûn.

SHOR’ê diyar kir ku piştî bûyerê balafirên şer ên Rûsî ji duh ve heta niha 20 caran herêma navborî bombebaran kiriye.

Her wiha hate ragihandin ku hemwextî êrîşên hewayî yên Rûsî, hêzên hikûmeta Şamê li gundewarê hemayê li dijî DAIŞ’ê di bejahî de operasyonek lêgerîna çeteyan da destpêkirin.

Back to top button