LEYLA GUVEN 148 ROJ IN DI GREVÊ DE YE

Berxwedana li dijî tecrîdê bi biryar dewam dike.
Leyla Guven 148 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye .
Her wiha 7 hezar girtiyên di grevê de jî bi biryar çalakiya xwe didomînin .
Şandeya Şopandina Grevên Birçîbûnê serdana girtiyan kirin û diyar kir ku rewşa tenduristiya girtiyan pir cidiye û got;
“Dibe ku her kêlî mirin pêk bên.”

Çalakiyên greva birçîbûnê bi israr dewam dikin.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdê dest pê kir, di roja 148’an de ye.

Her wiha li girtîgehan ji 1’ê Adarê ve zêdeyî 7 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî di çalakiyê de ne.

Koma despêkê ya girtiyan jî ev 110 rojin çalakiya xwe tevî hemû şert û mercên zehmet yên girtîgehê jî didomînin.

HEYETA ŞOPANDINA GREVAN: DIBE KU HER KÊLÎ MIRIN PÊK WERE

Şandeya Şopandina Grevên Birçîbûnê, cara 5’emîn çû Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê, bi girtiyên di grevên birçîbûnê dene re hevdîtin kirin û derbarê rewşa tenduristiya wan de agahî girtin.

Şandeyê got:

“Di her kêliyê de , dibe ku mirin çêbibe.”

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe li malê didomînin.

Ji van çalakgeran;

Çalakiya Sedat Akin 90,

Gurbet Ektîren 80,

Semra Alkan 88, Îhsan Sinmiş 37 roj in di greve de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

Her wiha Parlementerên HDP’ê Dersim Dag 33, Tayîp Temel û Murat Sarisaç 28 rojin li Avahiya HDP’ê ya Amedê di çalakiyê de ne.

Leave a Reply

Back to top button