Peşmerge Mele Hisên: Li dijî dagirkeriyê divê em bibin yek

Li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyê hewlest zêde dibin..Welatiyên herêma Şarezor û gelek aliyên din tekez kirin ji bo pilanên dewleta Tirk ên dagirkirin û talankirina Kurdistanê bi dawî bibin, divê bersiva banga Murat Karayilan were dayîn û hemû Kurd bi yekrêzî tevbigerin û ji bo yekîtiyê gavan bavêjin.

Dewleta Tirk ev 2 meha dixwaze li Başûrê Kurdistanê dagirkeriya xwe berfireh bike, li hemberê vê dagirkeriyê PDK bêdeng e.

Peşmergê Kevin Hesen Yûsif Mele Hisên helwesta PDK’ê rexne kir û got:

“Ji salên 90’î min 5 salan li herêma Zaxo pêşmergetî kiriye.

Ji wî rojê ve min dît ku dewleta Tirk dixwaze başûrê Kurdistan bi giştî dagir bike.

Dewleta Tirk niha dixwaze bi şerê birakujiyê bigîhîje armancên xwe.

Divê di navbeyna me û PKK’ê de şerê birakujî nebe.

PKK û pêşmerge Kurd in û bira ne. Divê PDK nehêle ku dewleta Tirk başur dagir bike.

Heke em bibin yek dê dewleta Tirk nikaribe axa me dagir bike.”

Partiya Bizotnewey Demokrat a Gelê Kurdistan: Em li dijî şerê birakujî ne

Di heman çarçoveyê de Endamê Serkirdayetiya Bizotnewey Demokrata Gelê Kurdistanê Xelîl jî axivî û got:

“Em bi her awayî şerê birakujî red dikin., Ji bo şer çênebe em ê li gel hemû hêz û aliyên din ên Kurdî bikevin nava hewildanan da ku pêşî li vî şerî bigrin.

Divê di nava Kurdan de pêşî li şerê navxweyî were girtin û giringî bi aştiya navxweyî were dayîn.

Ji ber ku şerê navxweyî xizmetê ji netewa Kurd re nake, dikeve di xizmeta dijmin de û ziyanê digihîne gelê Kurd.”

“Divê Mesud Barzanî jî weke Karayilan helwesta xwe nîşan bide”

Di heman demê de Welatiyê herêma Şarezor yê bi navê Sertîp Hasilî bal kişandin ser bang û peyamên Fermandarê Biryargeha Navendî ya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan û got:

“Peyama birêz Karaylan ji bo yekîtiya gelê Kurd û li dijî dagirkariya dewleta Tirk girîng in.

Divê Mesûd Barzanî bersiva Karayilan bide, ji ber ku peyama wî ji bo welatiyan gelek girîng e.

Back to top button