HRE: Li Efrîn, Ezaz û Marê 7 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi çalakiyan bersiva sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî didin.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û herêmên din rêze çalakî pêk anîne û di encamê de 7 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî, çalakiyên bersivdayînê ên Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE berdewam dikin.

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên ku li dijî dagirkeran pêk anîne daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir;

“19’ê Hezîranê yekîneyên me li Mar’ê li dijî baregehek leşkerî ya artêşa dagirker çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin.

20’ê Hezîranê yekîneyên me li gundê Omersimo a girêdayî navçeya Şera çalakiyek serdegirtinê li hember koma çeteyan a bi navê  Asîfet El-Şemal pêk anî. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin, dagirkerek jî birîndar bû.

24’ê Hezîranê li hember komek çeteyên ku di çeperekê de kom bûbûn, li gunde Kefer Xoşer a ser bi navçeya Ezazê çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin, 2 dagirker jî birîndar bûn.”

Hêzên Rizgariya Efîrnê ragihand di encama çalakiyên hêzên wan yên li navçeyên Mar’ê, Şera û Ezazê de, bi qasî ku hatiye zelal kirin 2 leşkerên û 5 çete yên dewleta Tirk hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Hat gotin di encama çalakiyan de 3 erebe û 2 çeperên dagirkeran jî hatin rûxandin.

Back to top button