Di encama êrîşa DAIŞ’ê de li Hemayê 4 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Şer û pevçûnên li herêmên dagirkirî û yên hikumeta Şamê jî dewam dikin.
Li Hemayê di encama çandina mayînekê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê, 4 leşkerên hikûmeta Şamê hate kuştin.
hêzên hikumeta Şamê jî cih û deverên dewleta Tirk a dagirker ên li “herêma bêçek” topbaran dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li Hemayê DAIŞ’ê bi rêya mayînekê erebeyeke hêzên hikûmeta Şamê hedef girt.

Di encama teqandina mayînê de 4 ji hêzên hikumetê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Çavdêriyê ragihand piştî buyerê balafirên Rûs dever bombebaran kir.

Hat ragihandin hemwextî êrîşên hewayî yên Rûsî, hêzên hikûmeta Şamê li gundên Hemayê li dijî DAIŞ’ê perasyonek da destpêkirin.

Hêzên hikumeta Şamê bê navber “herêma bêçek” topbaran dikin

Li aliyê din ev 3 roj e hêzên hikumeta Şamê cih û deverên dewleta Tirk a dagirker ên li “herêma bêçek” topbaran dikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên hikumeta Şamê vê sibê dora gundê Qemînas ê rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Her wiha Fitîra, Filêfil, Bênîn ên Başûrê Idlibê jî hatin hedef girtin.

Back to top button