Fransa..Li Parîsê kesên bêmal li ber şaredariyê 250 kon danîn

Li paytexta Fransayê Parîsê piraniya wan koçberên ji Afrîka û Efxanistanê, ji bo ku balê bikişînin ser rewşa xwe li ber Şaredariya bajar 250 kon danîn.

Komeleyên têkildarî mafê mirovan bal kişandin ser tijebûna stargehan û lezgînbûna ji bo rewşê destnîşan dikin.

Koçberên bêcihûwar li ber şaredariya Parîsê ji bo ku rewşê şermezar bikin kon danîn û xwestin ku pirskirêka wan zû were çareser kirin.

Di nav wan kesan de ku kon danîne malbatên Afrîkî û Efxanî hene.

Mirov bi vî rengî dixwazin balê bikişînin ser rewşa xwe ya giran.

Kon saet 20:00’an li ber şaredariyê hatin danîn.

Ji rêxistina civaka sivîl a bi navê Utopîa 56 Kerîla Theurîllat got, ji ber ku ji bo mirovan cih were dîtin ev 3 heftene daxwazê dikin.

Theûrîllat got,

”Em êdî nema dikarin ji nav vî karî derkevin.

Me walîtiya herêma Parîsê agahdar kir lê ti bersiv neda me.”

Back to top button