Li Çînê ji ber şewata li dibistaneke hunerên şer 18 kes mirin

Li Çînê ji ber şewata li dibistaneke hunerên şer 18 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya rayedarên xwecihî, li wîlayeta Henanê dibistana hunerê lêdanê şewitî.

Hate ragihandin ku berpirsyarê dibistanê hatine binçavkirin.

Di dema şewatê de 34 kes ji bo staja destpêkê li dibistanê amade bûn.

Li gorî agahiyan piraniya 18 kesên jiyana xwe ji dest dan, şagirtên di navbera 7 û 16 salî de bûn.

Li Çînê şewat gelek caran rû dide.

Her sal ji ber şewata li daristanan an jî navendên pîşesaziyê bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin.

Dawiya sala 2017’an li başûrê Pekînê li otelekê şewatê rû da û 19 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button