Talîbanê 2 navçeyên li Bakurê Efxanistanê kontrol kirin

Li Efxanistanê şerê navbera hikumet û tevgera Talîbanê dijwar bûye.
Ji 400 navçeyan, li nêzî 200 ji wan şer didome.
Tevgera Talîbanê 2 navçeyên din yên li bakurê welat xist destê xwe.
Di vê navberê de, DYA jî wê 650 leşkerên xwe li Efxanistanê bihêle.

Bi derketina hêzên DYA û NATO ji Efxanistanê re, tevgera Talîban rojane herêmeke nû dixe bin kontrola xwe.

Li bakurê Efxanistanê, Talîbanê êrişên xwe yên li ser navçeyên herêmê zêde kiriye.

Herî dawî çekdarên Talîbanê êirşî li ser navçeyên Karamkol, Kurgan û Andhoy yên wilayeta Faryab kirin.

Di encama şerê li herêmê rûdayî de, navçeyên Karamkol û Kurgan ketin bin kontrola Talîbanê.

Li navçeya Andhoy jî şer didome.

Tê gotin, hêzên ewlekariyê jî ji bo parastina herêmê ti tevgerek berbiçav pêk ne anîne.

Tevgera Talîbanê jî di daxuyaniya dayî de îdia kir ku hersê navçe ketine bin kontrola wan.

Her wiha doh jî navçeya Gurzivan ketibû bin kontrola tevgera Talîban.

Di 24 saetên derbasbûyî de 129 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê jî îdia kir ku di encama oparasyonên li 9 wilayetan de 129 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.

Di oparasyonan de 35 çekdarên Talîbanê birîndar bûn û 31 bombeyên ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin jî hatin bêbandorkirin.

Hate Îdiakirin ku piştî oparasyonê çend navçe jî ji kontrola Talîbanê hatine derxistin.

Di nava 2 mehên dawiyê de, jimara navçeyên ji aliyê Talîbanê ve hatine kontrolkirin ji 35’an derbas kir.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bilî navendên bajaran, Talîban ji sedî 50 heta 70’ê xaka welêt kontrol dike.

Her wiha li seranserî welat ji 407 navçeyan 130’an kontrol dike.

Li gelek bajarên Efxanistanê, piştî ku rêxistinê êrîşên xwe zêde kirin, gel dest bi çek hilgirtinê kirin ku li dijî Talîban şer bikin.

Şerê di navbera hêzên ewlehiyê û Talîban de li piraniya axa Efxanistanê dewam dike.

Şer ji 407 navçeyan li derdora 200 î didome.

DYA piştî vekişîna hêzên xwe ji Efxanistanê wê 650 leşkeran bihêle

Her wiha li gorî nûçeya ajansa Associated Press (AP) ku spartî rêveberên Wezareta Parastina DYA, heta Îlonê ji bo piştevaniya hêzên leşkerî yên Tirkiye wê bisedan leşkerên xwe li herêmê bihêlin.

Li welat nêzî 4 hezar leşkerên DYA yên ku hene wê heta 11’ê Îlonê bi tevahî li ser banga Serokê welat Joe Biden vekişin.

Ji bo dema ku tê gotin, bi qasî 650 leşker jî wê li welat bibmênin.

Back to top button