YE ji Erdogan xwest astengiyan bi dawî bike

Ev 2 rojin li Brukselê civîna serokên welatên YE pêk tê.
Di civîna ku gelek rojevên xwe yên sereke heyî de careke din binpêkirinên dewleta Tirk li pêş bû.
Rêveberên 27 welatên YE ji Enqerê xwest ku ji bo nûkirina têkliyan astengiyan rakin.
Sekreterê giştî yê NY Guterres diyar kir ku tunebûna serweriya qanûnê û mafên bingehîn li Tirkiye ji bo wan metirsiyek e.

Rêveberên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê ev 2 rojin li Brukselê li hev civiyan.

Di mijara rêveberan de, rewşa Qibris, Tirkiye, Koçber, gumrik û mijarên din hebûn.

Di encamnameya civîna êvara Pêncşemê de rêveberan gotin,

“Li Tirkiyê mafên bingehîn û dewleta hiqûqê hîn jî cihê fikarên mezin e.”

Leyen: Di mijara koçberan de em ê piştevaniya ji bo Tirkiyê bidomînin

Welatên YE li cihê çareserkirina sedema koçberiyê, careke din berê xwe dan polîtîkaya piştevaniya rejîma serokomarê Tirk Erdogan ya dayîna pereyan.

Seroka Komisyona Ewropa Ursula von der Leyen, diyar kir ku YE dê di bin peymana koçberîyê ya bi Tirkîyê re, heya 2024 budceyek 3 milyar Euro veqetîne.

Piştî Civîna Yekîtiya Ewropa Von der Leyen li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek da û wiha got:

“Têkiliyên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê baştir bûne, lê ji bo yekîtiya bazirganî û gumrikê pêwistî bi xebateke hîn zêdetir heye. Em ê piştgirî bidin Tirkiye ya ku bi mîlyonan penaberên Sûrî lê ne. Min ji bo piştgiriya penaberên li Tirkiy 3 milayar euro, ji bo yên li Urdun û Libnanê jî 2.2 milyar euro heta 2024’an pêşniyar kir.”

YE ji bo Tirkiyê 3 milyar euro erê kir

Her wiha Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di Civîna Bilind a YE’yê de axivî û diyar kir ku wê ji bo penaberên li Tirkiyê 3 milyar euro bidine Tirkiyê.

YE ji tinebûna serweriya qanûnê li Tirkiyê bi metirsî binav kir

Di vê navberê de, di civîna sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres beşdar bû de, serokan diyar kir ku tunebûna serweriya qanûnê û mafên bingehîn li Tirkiye ji bo wan metirsiyek e.

Back to top button