Swêd: Divê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re diyalogên çêker bên pêşxistin

Wezîra Karên Derve ya Swêd Ann Lînde diyar kir ku divê diyalogên baş bi Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê re bê pêşxistin.
Lînde bal kişande li ser têkoşîna QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê û got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha zêdetirî 11 hezar mirov li dijî DAIŞ’ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan. Minetdariya xwe pêşkêşî QSD’ê dikin ku dawî li teror û saltanatiya DAIŞ’ê anî.”

Wezîra Kara Derve ya Swêd Ann Lînde bersiv da pêşnûme pirsa Parlementerê Partiya Karker a Demokrat Sosyal a Swîsre Anders Osterberg a derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Linde bal kişand ser rola Hêzên QSD’ û got:

“Hevkariya QSD’ a herêmî ya li gel Hêzên Nav-neteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û dawîbûna şidetê rolek girîng û diyarker bû.

Di têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li dijî DAIŞ’ê de, rêz ji fedekariya kirin re, digirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha zêdetirî 11 hezar mirov li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan.

Minetdariya xwe pêşkêşî QSD’ê dikin ku dawî li teror û DAIŞ’ê anî. ”

Lînde destnîşan kir ku divê herêmên ji ber terorî hatin xirakirin, êdî bên serarastkirin û mirov hêdî hêdî li jiyanê vegerin.

Lînde eşkere kir ku hikûmeta Swêdê bi alîkariyên xwe yên mirovî, herêmî û têkildarî krîza Sûriyê alîkariyên taybet dike û wiha dewam kir,

“Divê yên di nava YE û Koalîsyona Navnetewî de cih digirin, pêwîste cih di nava vê xebatê de bigirin.

Li gel vê ketim nava hewldanan, ku diylogên me yên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidome.

Gihiştim wê yekê ku divê nûnerên MSD û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê nav-neteweyî de têkildarî siberoja welat, cihê xwe di hevdîtinan de bigirin.”

Wezîra Karên Derve ya Siwêdê Ann Lînde destnîşan kir ku divê danûstandin û alîkarî bi rêveberiya xweser re bên kirin da zanîn wê ev yek ji bo tevahiya Sûriyê jî bi feyde be.

Back to top button