JI BO ROJHILATÊ KURDISTANÊ KAMPANYA ALÎKARIYÊ HAT DESPÊKIRIN

Di hefteyên dawiyê de ji ber barana zêde gelek zerer û ziyan derketin.
Bi taybetî li Rojhilatê kurdistanê hem hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane û hem jî zerera derketî pir zêde ye.
Li ser vê yekê Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo mexdûrên lehiya li Rojhilatê Kurdistanê ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane, kampanya alîkariyê da destpêkirin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê derbarê barana dijwar û lehiya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bû sedema windabûna can û malê gel, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehmet, ji malbatên wan sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya bilez hat xwestin.

CIK’ê di kampanya xwe ya alîkariyê ku dane despêkirin de wiha got;

“Bi dehan mirovan jiyana xwe jidest dane, zerar û ziyanak mezin gihîştiye miletê wê derê. Xanî ruxyane, rê xirab bûne, pirsgirekên xwarin û vexwarinê hene, mirovên herêma felaketê di rewşeke gelekî zehmet de jiyan dikin.

Em wek Civaka Îslamî ya Kurdistanê, dibêjin werin em destê van mirovên rewşa wan nebaş û muhtacî alîkarîyê ne bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo kesên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin hejmarên telefon û hesaba banqeyê hatin dayîn.

Hejmara telefonê û hesaba banqeyê wiha ye:

Têkiliyên telefonê: 00491638445873

Têkiliyîn hesabê banqeyê: Sparkasse Dortmund DE 85440501990131023383

Leave a Reply

Back to top button