Feleknaz Uca: Tevlîbûna jinan di qada siyasetê de girîng e, emê têkoşîna wê yekê bidin

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Uca, di Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê de mafê axaftinê girt û bal kişand ser destkeftiyên jinan.

Feleknaz, diyar kir ku ji ber pergala serdest di nava civakê de, newekheviyek heye.

Li gel vê yekê jinên kurd têdikoşin..

Feleknaz anî ziman ku destkeftiya herî mezin a Tevgera Jinên Kurd pergala hevserokatiyê û hev-berdevkî ye û got:

Bi meclisa jinan a xweser û nûnertiya wekhev em dixwazin siasetê bikin para jinan jî.

Tevlîbûna jinan a qada siyasetê ji bo me girîng e û emê têkoşîna wê yekê bidin.

Em ê hewl bidin ku destkeftiyên xwe biparêzin.

Back to top button