Rejîma Îranî di mehekê de 7 kolber kuştine û 10 jî birîndar kirine

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da xuyakirin ku di nava mehekê de, 7 kolber li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştine.

Tora Mafên Mirovan di rapora xwe de eşkere kir ku ji 21 Gulanê heya 21 Hezîranê ve, rejîma Îranî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 7 kolber kuştine û 10 jî birîndar kirine.

Li gorî rapora Torê, 2 girtiyên Kurd, di girtîgeha Bokan û Urmiyê de ji ber sedemine tenduristiyê û neamadebûna bijîşkan, jiyana xwe ji dest daye.

Di raporê de tê gotin ku, 5 welatiyên Kurd bi tawana propagandakirina li dij hikûmeta Îranî, ji 3 mehan heyanî 40 salî ceza li wan hatiye birîn.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di dawiyê de da zanîn ku 19 welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û 3 girtiyên siyasî li girtîgeha Urmiyê li hemberî dadgehkirinê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Back to top button