Komîteya Asayîşa Iraqê: Tirkiyê heta niha li herêmê 70 binkeyên leşkerî ava kirine

Endamekî Lijneya Asayîşa Iraqê li parlementa Iraqê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistan heta niha 70’ê binkeyên leşkerî avakirin e.

Yek ji endamên Lijneya Asayîşa Iraqê yê bi navê Bedir Ziyadî têkildarê planên Tirkiyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Li gorî rapora me ya dawî 70 baregehên leşkerî û nuqteyên çavdêrî yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hene.

Dewleta Tirk her diçe dagirkriya xwe ya li ser axa Iraqê zêdetir dike.

Tirkiye plan dike li baregeh û nuqteyên çavdêriyê yên li ser sînorê Herêma Kurdistanê 20 hezar leşkeran bi cih bike.

Tirkiyeyê bi qasî 16 kîlometreyan sînorê Iraqê dagir kiriye.

Heger hikûmeta Iraqê di vî warî de bêdengiya xwe bidomîne dê Tirkiye hîn bêtir bi pêş de biçe.

Bedir Ziyadî bang li rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistan û ya Iraqê kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwesteke cidî bin.

Back to top button