Sendîkayên Brîtanî: Divê dewleta Tirk dawî li êrîşên xwe bîne

Sekreterên gelek sendîkayên Brîtanyayî bang li dewleta Tirk kirin ku êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê teqez bi dawî bikin.

Sendîkayan ev daxwaza xwe bi nameyek gîhandin Seferatxaneya Bilind ya Tirk.

Însiyatîfa “Freedom for Ocalan”, Unite the Union Usdaw, GMB Union û CWU jî di nav de gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên Brîtanyayî nameyek hevpar ji Sefîrê Bilind ê Tirk Umît Yalçin re şandin.

Di nameyê de hate gotin,

“Ji ber êrişkariya leşkerên Tirk ku serweriya Iraqê û hiqûqa navneteweyî binpê dike û êrişî Bakurê Iraqê dike, ji ber armancgirtina sivîlan em qelek bifikarin.

Sendîkayên Brîtanyayê di namê de balkişandin li ser êrîşên dagirkeriyê li ser başûrê kurdisanê û hate gotin

“Di êrîşê dewleta Tirk gund tên valakirin, sivîl tên kuştin û koçberkirin, çekên kîmyawî tên bikaranîn.

Li pêşberî van nûçeyan em matmayî man, em bang li dewleta Tirk dikin dawî li êrîşên xwe yên bakurê Iraqê bîne.”

Back to top button