Amadekariyên lidarxistina 3. Mîhricana Hawar a Stranan tên kirin

Tevgera Çand û Hunerê ya Şehbayê amadekariyên lidarxisitna Mîhricana Hawar a Stranan ya 3`yemîn dike.

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Hawar Niyezî Seydo derbarê mihrecanê diyar kir ku wan du kom li Şehba û komek jî li Helebê amade kirine.

Niyezî Seydo got:

“Me pirtûkek girêdayî stranên kurdî ku ji 100 stranên gelêrî yên kurdî pêk tê amade kir.

Ev pirtûk wê di mîhrîcanê de were pêşandan.

Me komîteya jurî ji 3 kesan ava kir û hemû jî girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ne.

Destpêkê beşdarên mîhrîcanê wê ji aliyê komîteyê ve werin hilbijartin.

Kesên bi serketine wê di 1`ê Îlonê de di perwerdeyên hunerî re derbas bibin. Perwerde wê li hola Mîtan a navçeya Ehdasê li dar kevin.”

Seydo bi bîr xist, mîhrîcan dê di 7`ê Tîrmehê de li ser dîka Kampa Berxwedan bi beşdarbûna komîteyên jurî Tehkîmê yên ji derveyî Şehbayê dest pê bike.

Back to top button