ERITREA: TIRKIYE Û QETER XERABIYÊ LI ESYOPYA Û QILOÇÊ AFRÎKÎ DIKIN

Hikumeta Eritrea; Tirkiye û Qeter bi rêlibergirtina aştiya di navbera Etopya û Qiloçê Afrîkî de tawanbar dike.

Wezareta ragihandina Eritrea ragihand ku hikumeta AKP’ê kirinên xerabiyê yên li dijî Eritrea pêk tîne pir naskirî ne û hêjayî ku li ser were sekinandin.

Wezaretê diyar kir ku ev kirinên bêhûde bi piştevanî û fînanskirina Qeterê pêk tên.

Li gorî daxuyaniyê, Hikumeta AKP’ê di destpêka sala par de hevgirtinek Mislmanên Eritrea di bin navê ‘Hevgirtina Zanayên Eriterî’ vekir.

Di vê hevgirtinê de jî berî çend rojan eşker bang li gurkirinê hate kirin.

Di Tîrmeha borî de, serokê Etopoya û hevkarê wî yê Ertirea piştî derbasbûna 20 salên dijminatiyê ku di sala 2000 de 100 hezar kuştî ji her du aliyan çêbûn, peymana aştiyê girêdan.

Leave a Reply

Back to top button