Diyana Seman: Rawestandina alîkariyan dê bi xwe re bobelatekê bîne

Ji bo rêgirtina li ber krîzeke mirovî, Endama Rêxistina Efûyê ya Navdewletî Diyana Sem’an banga vekirina deriyê Bab El-Selama û Tel Koçerê kir. Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen jî bang li Konseya Ewlekariyê kir ku destûra derbaskirina alîkariyan di dergeha Bab El-Hewa re heya 12 mehên din were dirêjkirin.

Welatiyên Sûriyê ji destpêka şer û aloziyê ve her cure êş û jan kêşane.

Girtina dergehên sînorî û kontrolkirina hinan li gor berjewendiyên hin alîyan, bûye sedema ku gelê Sûriyê 10 qat dijwarî û zehmetiyan bikêşin.

Niha jî hewldan hene ku dergeha Bab El-Hewa ya tekane ya ku alîkariyên mirovî tê re derbasî Sûriyê dibin, bê girtin.

Di vê derbarê de, lêkolînera karûbarên Sûriyê Diyana Sem’an a li Rêxistina Efûyê ya Navdewletî duh bi daxuyaniyekê got ku rawestandina alîkariyan, dê bi xwe re bobelateke mezin bîne.

Diyana Sem’an bang li Konseya Ewlekariyê kir ku destûra gihaştina alîkariyan di dergeha Bab El-Hewa re were domandin.

Endama Rêxistina Efûyê Diyana Sem’an her wiha banga vekirina dergeha Bab El-Selama û Tel Koçerê kir, da dorpêça aborî ji ser herêmê were rakirin.

Li gorî agahiyan, endamên mayînde yên Konseya Ewlekariyê (Amerîka, Fransa û Brîtanay) binêt in ku deriyê Bab El-Selama yê ku berî salekê hatiye girtin, vekin.

Geir Pedersen: Divê alîkarî bi çi awayî be bigihêjin welatiyên Sûrî

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê navdewletî yê Sûriyê, Geir Pedersen jî li hember Konseya Ewlekariyê anî ziman ku sivîlên Sûrî pêwîstdarên alîkariyên lezgîn in û divê bi çi awayî be, bigihêjin wan.

Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen banga domandina gihandina alîkariyên mirovî bo welatiyên Sûrî kir, bi mercê ku derbasbûna wan ne bi rêya Şamê be.

Geir Pedersen: Divê heya 12 mehên din alîkarî derbas bibin

Pedersen destnîşan kir ku divê heya 12 mehên din, alîkarî derbas bibin, da ku bi milyonan bi birçîbûnê re rûbirû nemînin.

Jixwe berî niha Îrlanda û Norweçê yên berpirsên vê dosyayê ne li NY, projeqanûnek pêşkêşî endamên mayînde Konseya Ewlekariyê kir.

Di projeqanûnê de, banga dirêjkirina destûra derbaskirina alîkariyan bo Sûriyê hat kirin, ku di rêya dergeha Bab El-Hewa re be.

Her wiha di projeqanûnê de, Îrlanda û Norweçê bang çalakkirina destûra bo dergeha Tel Koçerê kir, da ku alîkarî bigihêjin Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêya Îraqê re.

Rûsyaya ku piştgiriyê ji bo berjewendiyên xwe dide hikûmeta Şamê, li ber gihaştina alîkariyan bûye asteng û nûkirina destûra vê yekê red dike.

Tê payîn, 10’ê meha bê, an ku Tîrmehê, dema derbaskirina alîkariyan di dergeha Bab El-Hewa re ku ya tekane vekirî maye, bi dawî bibe.

Back to top button