Kurdiyar Dirêî: AKP û MHP`ê hevpeymanek li ser têkbirina doza Kurdî ava kiriye

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Kurdiyar Dirêî diyar kir ku AKP û MHP`ê hevpeymanek li ser têkbirina doza kurdî ava kirine.

Kurdiyar Dirêî derbarê mijarê de ji Ajansa Hawar’ê re axivî.

Dirêî diyar kir ku her dem dewleta Tirk li dijî doza kurdî ye disekine Dirêî balkişand li ser Şehadeta Denîz Poyraz û got:

“Me dît ku şehîdxistina Denîz Poyraz ne ji rêzê bû, bi destê hikumeta AKP û MHP`ê bû.

Her wiha bi destê mafyaya Tirkiyê bû ku têkiliyên wê bi dewleta Tirk re hene da ku şerekî navxweyî li Tirkiyê rû bide.

Bi van bertekên hovane yên li dijî mirovahiyê, êdî trisa Erdogan eşker e dibe û diyar e ku ew têk biçe.”

Back to top button