Ajansa Ewlekariya Rûsî îdia dike ku 5 hezar DAIŞ’î xwe li bakurê Avganistanê bi cih dikin. Yekîtiya Sovyetê jî der barê vê yekê de bifikar e.
Rêveberê Ajansa Ewlekariya Federal a Rûsî Alexander Bortnikov îdia kir ku nêzî 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên şaxê Xorosanê li bakurê Avganistanê bi cih dibin.
Bortnikov got:
“Veguhastina van çeteyan bo deverên bakurî, fikaran li cem me çêdike û Yekîtiya Sovyetê dixe metirsiyê.
Agahîne pêbawer der barê şêwaz û awayên nû yên êrîşên wan gihaştin destê me.
Ev çete xwedî heyber, teknolojiya û binesaziyeke mezin in ku dikarin çekên kîmyawî çêbikin.
Her wiha dronan jî bi kar tînin.
Birêveberê Ajansa Ewlekariya Rûsî Alexander Bortnikov diyar kir ku çete peredayîna elktronîk û pereyên şîfrekirî ji bo veguhastina pereyan jî bi kar tînin.