Dewleta tirk a dagirker ku xaka Efrînê dagirkiriye û hovîtiya xwe li ser şêniyên herêmê dide meşandin, rastî çalakî û şerekî dijwar yê Hêzên rizgariya Efrînê tê.
Di vê çarçoveyê de Hêzên rizgariyê li navçeyên Şera û Şêrewa yên Efrînê çalakiyên bi bandor lidarxistin.
Hêzên rizgariyê ragihandin ku di encama çalakiyan de 9 çete hatine kuştin û herî kêm 5 çete jî birîndar bûne.
Hêzên rizgariyê dimen û çekên çeteyan ku ketine destê şervanan jî weşandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di der barê çalakiyên xwe yên di 19 û 20 Gulanê ku li navçeyên Şera û Şêrewa yên Efrînê pêk anî de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hêzên rizgariyê diyar kir ku li herêmên mijara gotinê hêzên wan 2 çalakiyên bi bandor pêk anîne û ev agahî parvekir;
19’ê Gulanê hêzên rizgariyê çalakiyek li dijî girekî koma çete ya bi navê Cebha El-Şamiyê li gundê Meşalê yê girêdayî navçeya Şera li dar xist.
Di encamê de 8 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Hêzên rizgariyê ketin kozikên çeteyan.
20’ê Gulanê hêzên rizgariyê çalakiyek li dijî barageheke koma çete ya bi navê Ehrar El-Şerqiye li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa pêk anî.
Di encamê de çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.”
Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê di encama herdu çalakiyan de 9 çete hatine kuştin û herî kêm 5 çete jî birîndar bûne.