Hilbijartina li Îranê: Rêjeya tevlîbûnê gelek kêm bû

Duh li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hilbijartina parlemetoyê hebû.
Lê rêjeya tevlîbûnê gelekî kêm bû, lewma dema dengdanê du caran hate dirêjkirin.
Li gor amarên fermî piştî şoreşa Îranê yekemîn care rêjeya beşdarbûna dengderan evqas kême.

Duh li Îran û Rojhilatê Kurrdistanê hilbijartina dema 12’an a parlementoya Îranê hate lidarxistin.

Lê ji ber tevlîbûna kêm a hilbijartinê du car dema dengdanê hat dirêjkirin.

Li gor amarên despêka şoreşa Îranê ve cara yekeme evqas kêm welatiyên Îranê tevlî hilbijartinê dibin.

Rêjeya tevlîbûnê ewqas kêm bû ku desthilat Îranê jî nekarî wê yekê veşêre.

Ji xwe ragihandina fermî ya Îranê jî tevlîbûna kêm a ji bo hilbijartinê piştras kir.

Li gorî wê ji sala 1979’an ve cara yekeme bi rêjeyek evqas kêm tevlîbûn ji hilbijartinên parlementoyê re çêdibe.

Li gorî amarên ne fermî rêjeya tevilbûnê ji sedî 41 bû.

Lê aliyên muxalefetê diyar dikin ku rêjeya heyî hîn kêmtire.

Li gorî muxalefeta Îranê, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gelek kêmbû, navendên dengdanê hemû vale bûn û ji ber vê jî gelek caran dema dengdanê hate dirêjkirin.

Yek ji sedema kêmbûna rêjeya dengdanê ew bû ku gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li desthilata heyî bêzarin û bi hilbijarinên wan bawer nakin.

Gel di vê baweriyê de ne ku divê li Îranê di sîstema heyî de gohertin çêbe.

Desthilata heyî jî hewil dida bi riya hilbijartinê rewabûna xwe nîşan bide.

Lê bi rêjeya kêm a hilbijartinê re eşkere bûye ku piraniya gelê li welêt piştgiriyê didin gohertina sîstemê.

Back to top button