“Jiyanê nekuje, wê biparêze”

Komîteya Jinan a Heyva Sor a Kurd bi dirûşma “Jiyanê nekuje, wê biparêze” panelek li ser penceşêra sîngê li dar xist.

Komîteya Jinan a Heyva Sor a Kurd li Hesekê paneleke li ser nexweşiya penceşêra sîngê li dar xist.

Despêkê, Rêvberiya Heyva Sor a Kurd Êva Ehmed axivî û diyar kir ku armanca wan, jinan zêdetir bi penceşêra sîng bidin naskirin û rêjeya pêketina wê kêm bikin.

Di panelê de Êva Ehmed û Dr. Bilinda Ebdurehman pispora kîmyewî di dermankirina werimînên pençeşêrê de, du semîner dan.

Dr. Bilinda Ebdurehman bal kişand ser sedemên nexweşiyê û got: “Ji sedemên nexweşiyê vexwerina çixare, qelewbûn, pergala tenduristiyê ya nehevseng û qirêjiya jîngehê ya ku ji berên neftê pêk tên.”

Meha Cotmehê wekî meha Gulîn tê zanîn û ew ji bo hişyarkirina penceşêra sîng ku yek ji penceşêrên herî belave di nav jinan de ye, meheke globalî ye.

Back to top button