Pelşîn Koçgirî :Çalakiya Zîlan bersivek ji dijmin re bû

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Pelşîn Koçgirî nirxandin kir.
Pelşîn Koçgirî diyar kir ku li hemebrî faşîzmê ji xeynî helwesta Zîlanê alternatîfeke din tune û got: “Em weke YJA Star em ê bibin şervanên xurt ên Zîlanê.

Îro salvegera 27’an a şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ye.

Bi boneya rojê Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Pelşîn Koçgirî nirxandin kir.

Pelşîn Koçgirî armanc û bandora çalakiya Zîlan nirxand.

Pelşîn Koçgirî destpêkê di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî.

Pelşîn diyar ku Zîlan yekemîn kes bû ku komploya Navnetwî ferq kir û li dijî vê jî çalakî kir.

“Ev çalakî xwedî gelek wateyan, gelek peyaman e.

Çalakiya wê bersiveke ji dijmin re bû.

Ev çalakî tê wateya ku hûn nikarin destê xwe bidin Rêbertiya me .

Vê çalakiyê nîşan da ku fêmkirina Rêbertî, şopandina wî çiqasî girîng e.

Vê çalakiyê nîşan da ku divê mirov hevaltiyeke çawa bi Rêbertî re bike.”

“Zîlan tişta ne mumkun pêk anî “

Pelşîn Koçgirî piştrast kir ku em dikarin hevala Zîlan weke şoreşgereke Kurd a rast pênase bikin.

Zîlan tişta ne mumkun pêk anî.

“Di feraseta paşverû ya mêran de teqiya”

Pelşîn da zanîn ku Çalakiya Hevala Zîlan di rastiyê de lêgerîna îradeya xwe ye.

Lêgerîna ji nû ve vegerandina jiyanê ye, rêya jinbûna jiyanê ye.

Di lêgerîna xwe de mîna bombeyekê teqiya.

Ev bombe di feraseta paşverû ya mêran de teqiya.

Ya rastî li hemberî hemû nêzîkatiyên kevneşopî yên hatine ferzkirin bombeyek bû.

“Em xwendevanên heval zîlan in”

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Pelşîn Koçgirî dawiya nirxandinên xwe ev yek got:

“Em weke YJA Starê wê her tim şervanên fermandara xwe Zîlanê bin.

Ji bo ku em ji jin û gelan re bibin ronahiya hêviyê.

Tişta ku ji destê me tê wê heta dawiyê pêk bînin.

Em deynin holê ku em xwedevanên wê ne.”

Besê Erzîncan: Gerîlayên YJA STAR, li dijî faşîzmê li ser xeta fedaî ya heval Zîlan pêşengiyê dikin

Back to top button