Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, ragihand ku ew ê li dijî Pakêta Darazê ya 12’emîn têkoşîna xwe hevpar berfireh bikin û bi biryardarî civaka demokratîk biparêzin.
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, di daxuyaniya xwe de got:
“Pêşnûmeya Pakêta Darazê ya 12’emîn, ku ji raya giştî re hatiye eşkerekirin, ji rêziknameyeke qanûnî wêdetir hewldaneke desthilatdariyê ye.
Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku her çend pirsgirêkên bingehîn ên wekî xizanî, bêkarî, kuştina jinan,
Îstismara zarokan û neheqî li welêt zêde dibin jî, desthilatdarî li şûna çareserkirina van pirsgirêkan, mafên jin û zarokan hedef digire.
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, ragihand ku ew ê destûrê nedin ku mafên jin û zarokan bê girtin û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî, azadî û civakeke demokratîk bidomînin.



