Saba Zarîfe û her du zarokên wê ku li ser rêya Şam-Siwêda ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin, piştî zêdetirî hefteyekê dîlgirtinê hatin berdan.
Malbat di 25’ê Gulanê de dema ku li ser rêya Şam-Suweyda rêwîtî dikir, hat revandin.
Saba Zarîfe û du zarokên wê hatin berdan.
Lê belê, hat ragihandin ku bavê zarokan Raid Zeyneddîn û şofêrê taksiyê Safwan el-Kudmanî, hîn jî dîlgirtî ne.
Di demên dawî de li ser vê rêyê gelek caran bûyerên revandinê têne ragihandin.
Zêdebûna hejmara revandinan li herêmê jî, bûye sedema nerazîbûna raya giştî.



