Wezareta Karên Hundirîn a Behreynê bi daxuyaniyekê ragihand ku, 15 sîxur Îranê hatine girtin.
Wezaretê ragihand ku, li ser bîngeha encamên lêpirsîn û raporên ewlehiyê yên der barê kesên ku berê di doza ajanên Îranî de li Behreynê hatine girtin, 15 kes hatin girtin.
Armanca wan bandorkirina ciwan ku wan bikişînin nav çalakiyên qedexe.
Wezareta Behreynê diyar kir ku, prosedûrên qanûnî li dijî kesên ku hatine girtin têne temamkirin.
Di heman demê de lêpirsîn berdewam dikin da ku tedbîrên pêwîst li dijî her kesê ku îspat bûye di çalakiyên vê komê de beşdar e û kiryarên neqanûnî kiriye, werin girtin.
Wezareta Karên Hundirîn a Behreynê anî ziman ku, tevgerên van kesan di bin çavdêriyê de bûn û tedbîrên hatine girtin armanc dikin ku ewlehî û aramiya civakê bi hemû pêkhateyên wê biparêzin.



