Roja duşemê wê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Sûriye û Iraqê Tom Barrack serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Her wiha Baracck dê li gel Mazlûm Ebdî jî bicive.
Malpera Al Monîtor diyar kir ku Barrack dê li Iraqê li gel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bicive û piştre serdana Herêmê bike.
Li gorî agahiyan Tom Barrack wê li bajarê Hewlêrê bi Serokê YNK’ Bafil Talebanî re civînek lidarbixe.
Her wiha li gel Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî jî bicive.
Al Monîtor da zanîn ku biryare Tom Barrack têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistan û Suriyeyê.
li Hewlêrê li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî bicive.
Hêjayî gotinê ye ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê beriya niha gelek car tekezî li ser navendîbûna welatan kiriye.
Li dijî rêveberiyên herêmî û xweser daxuyanî daye ku ev yek rasterast tê wateya dijayetîkirina Herêma Kurdistanê.
Heman polîtîkayên wî yên beriya niha li Rojavayê Kurdistanê pêkaniye.



