Li bajarê Hamburg a Almanyayê pankarteke mezin a ji bo piştgiriya YPJ’ê ji aliyê polîsan ve hate sansurkirin.
Kampanyaya “Em hemû YPJ ne” ji bo naskirinaYPJ’ê di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de hat destpêkirin.
Hefteya derbasbûyî di çarçoveya kampanyayê de li gelek welatan mitîng, panel, çalakiyên hunerî û kampanyayên agahdariyê hatin lidarxistin.
Înîsiyatîfa “Hamburg fur Kurdistan” ku piştgirî da kampanyayê, pankarteke mezin a YPJ’ê daliqand.
Pankart ji aliyê polîsên Alman ve hat boyaxkirin.
Endamên Meclisa Jinan a Rojbîn a Hamburgê, bertek nîşanî rewşê dan.
Di daxuyaniya li ser navê meclisê hat dayîn de hat gotin,
“Em vê helwesta polîsên Hamburgê şermezar dikin.
Em hemû YPJ ne.
Bi ti awayî mafdariya vê sansurê tineye.”



