Navenda Mafên Mirovan ya Îranê eşkere kir ku girtiyên jin,
Di girtîgehên rejîma Îranê de rûbirûyê êşkenceyên derûnî dibin û bi awek demdirêj bêy ku jinên girtî çarenûsa wan diyar bibe, di girtîgehan de tên ragirtin.
Navenda Mafên Mirovan ya Îranê têkildarî rewşa jinên girtî yên di girtîgehên Îranê de raportek belav kir.
Di raporê de hat gotin ku rejîma Îranê di girtîgehan de li jinên ku çalakvanên sivîlin, siyasî û ji pêkhateyên olî ne, êşkenceya derûnî dike û wana di rewşek ne zelal de li girtîgehan de radigre.
Hat diyarkirin ku Supayê Pasdaran zêdetirî 70 rojin du xwişkên ji baweriya Behayî ne yên bi navên Mehsa û Mandana Stude li bajarê Şîrazê hatine girtin û heta niha jî ti agahiyek li ser wan nayê zanîn.
Her wekî rê nayê dayîn li gel parêzer û malbata xwe hevdîtinê bikin.
Li gorî raporê,
Girtiya siyasî ya bi navê Erxewan Felahî nêzî 500 rojin di girtîgeha Evîn de tê ragirtin.
Hatiye gotin ku tevî çend caran hatiye dadgehkirin jî lê hîna jî cezayê wê nehatiye diyarkirin.
Li bajarê Meşhed jî jina şêwekar a bi navê Suheyla Husênî piştî 82 rojan di girtîgeha Wekîlawa de hat hiştin, ji bo jora take kesî ya girtîgehê hatiye veguhestin.



