Îran û Îsraîlê, ragihandin ku li ser daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump êrîşên li dijî hev rawestandine,
Lê Tehranê got ku eger Îsraîl Libnanê bombebarana bike, ew ê dîsa êriş bikin..
Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku operasyonên li dijî Îsraîlê bi dawî bûne.
Hat diyarkirin ku bombebarana Îsraîlê ya li dijî taxên başûrê Beyrûtê wekî “bersiveke tund” hatiye dayîn.
Lê rêveberiya Tehranê hişyarî da ku ger Îsraîl êrîşên nû li dijî Lubnanê pêk bîne ew ê bersivên tundtir bidin.
Pezaşkiyan: Me ne qada şer û ne jî maseya muzakereyê berdaye
Serokomarê Îranê Mesûd Pezaşkiyan, li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê parvekirinek kir û got:
“Parastin û dîplomasî du stûnên bingehîn ên hêza neteweyî ne.
Me ne qada şer û ne jî maseya muzakereyê terk kiriye.”
Trump: Muzakereya têkildarî aştiya mayînde didome, bila nezanî li ber wê negire
Serokê DYE’yê Donald Trump jî têkildarî pêşketinan daxuyanî li ser platforma Truth Socialê da û got:
“Muzakereya têkildarî aştiya mayînde didome.
Bila nezanî an bêaqilî rê li ber wê negire.
Şerê Îsraîl û Îranê: Nirxê petrolê ji sedî 5 bilind bû
Piştî êrîşên dijber, bihayên petrolê bi qasî ji sedî 5 zêde bûn û serê bermîlê bû zêdeyî 96 dolarî.



