Navenda Mafên Mirovan ya Îranê di derbarê siyasetek nû ya rejîma Îranê ya ji bo tinekirina girtiyan de agahiyên nû belav kir.
Navenda Mafên Mirovan ya Îranê anî zima ku berpirsên girtîgehên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxwaz ji girtiyan kirine ku navên xwe wek ‘hêza xwebexş’ binivîsin û
Hewl dane bi rêya zextan û gefan girtiyan bişînin deverên ku metirsiya şer lê hene.
Ev dever jî Girava Xark û parêzgeha Hurmuzgan in.
Hat zanîn ku piraniya girtiyan li beramberî van zextan derketine û ev daxwaz red kirine, piştî girtî li dijî vê hewldanê derketine, berpirsên girtîgehan jî gef li girtiyan xwarine.
Gotine kesên ku vê daxwaz red bikin, wê rûbirûyê cezayên tûnd bibin û ji mafên xwe yên sereke yên nava girtîgehê werin bêparhiştin.
Çavdêrên siyasî didin diyarkirin ku hewldanên bi vî rengî, nîşan dide rejîma Îranê di peydakirina hêza mirovî ya ji bo parastinê de pirsgirêk û qeyranên mezin jiyan dike.



