Tevî ragihandina agirbestê jî operasyonên Îsraîlê û bersivdayîna Hizbûllahê berdewam dike.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyekê diyar kir ku Hizbullaha Libnanê agirbest binpê kiriye.
Artêşê diyar kir ku ew ê bi vê hincetê, li dijî vê komê careke din dikevin nava liv û tevgerê û êrişan pêk bînin.
Artêşa Îsraîlê bi îdiaya Hizbullahê agirbest binpê kiriye, ragihand ku ew ê dest bi êrişên nû bikin.
Îsraîlê ji şêniyên gelek bajar û gundên başûrê Libnanê xwet ku demildest malên xwe biterikînin.
Fermandarê Îsraîlê destnîşan kir ku ger ferman bê dayîn, dikarin Beyrûdê kontrol bikin.
Li ser vê biryarê, Îsraîlê careke din ji bo gelek bajar û gundên li başûrê Libnanê banga valakirinê kir.
Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina Başûrê Libnanê
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avîxay Adraee, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyaniyek belav kir.
Adraee, rasterast bang li şêniyên gelek bajarok û gundên li başûrê Libnanê kir.
Daxwaz kir ku demildest mal û cihwarên xwe biterikînin.
Di hişyariyê de ji gel hate xwestin ku yekser ber bi bakurê Çemê Zehraniyê ve biçin.
Ev daxuyanî, wekî nîşaneya destpêkirina pêleke nû ya êrişên giran ên Îsraîlê hate nirxandin.



