Ji bilî rewşa ewlehî, xizmetguzarî û aboriyê li Dêra Zorê û gundewarên wê.
Bûyerên diziyê jî zêde bûne, bi taybet Transên elektrîk (kehrebe).
Li gorî Ajansa Hawarê, li gundên El-Quriye, El-Eşara, Mehkan û Beqres di rojên dawî de ev bûyer zêdetir bû.
Îca dibe sedema qutbûna elektrîkê û zêdebûna êş û zehmetiyên xelk û gundiyan.
Her wekî ji aliyên peywendîdar dixwazin ku tedbîrên ewlehiyê bigrin, ji bûyerên bi vî rengî dubare nebin.



