Agirbest hebû, lê çek bêdeng nebûn…
Aloziya li Kendavê di şevekê de gihîşt lûtkeyek nû.
DYA’yê li navendên leşkerî yên Îranê xist.
Tehran bi mûşekên balîstîk bersiv da.
Li Behrêynê dengê sirenan û li Kuweytê jî pergalên parastina hewayî hatin aktîfkirin.
Ji ber vê yekê, pirsa gelo pêlek nû ya şer li herêmê dest pê dike? tê kirin.
Şev tarî bû, Îran û DYA li hev sor bûn.
Agirbesta nazik a li Rojhilata Navîn careke din têk diçe.
Di wextekî ku alî hevdu ji êrişan tewambar dikin de, asta hişyariyê li herêma Kendavê bilind bû.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li beramberî xistina helîkoptereke Amerîkî li peravên Omanê, wan êrişî xalên radarê û navendên kontrolkirina bejayî yên Îranê kiriye.
Rêveberiya Washingtonê operasyon wekî “bersiveke sînordar” parast.
Trump gef xwar, Îranê bi mûşekan bersiv da
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê diyar kiribû ku wê bersiva tolhildana xistina helîkoptera Apache bê rakirin.
“Dibe ku Amerîka ji nûve êrîşî navendên elektrîkê û pirên li Îranê bike.”
Bi vê gotina xwe Trump diyar kir ku danûstandinên navbera aliyan rawestiyaye.
Wî roja Çarşemê di hevpeyvîneke li gel Fox News de got,
“Dibe ku ez berdewam bikim.
Derfetek wan hebû ku peymanek îmze bikin û sax bimînin.”
Li kendavê şevek metirsîdar: DYA êriş dike, Îran bi mûşekên balistîk bersiv dide
Îranê ragihandin ku li bajarê Sirik, derdora wê û Girava Qeşm a li nêzî Tengava Hurmuzê teqîn çêbûne.
Ajansa Nûçeyan a Tasnim ragihand ku du depoyên avê li Sirik bûne aramanca êrişan û xetên ava vexwarinê qut bûne.
Ji Hurmuzê heta behreynê hişyariya şer: Aloziya krîtîk li ser xeta dya-îran
Tahranê jî bi lez bersiva êrişê da.
Medyaya Îranê ragihand ku baregehên Amerîkî li herêma Kendavê û Urdunê bi mûşekên balîstîk hatine armanckirin.
Li Kuweytê pergalên parastina hewayî hatine çalakirin û li Behreynê dîsa siren hatine bihîstin.
Her wiha hatiye îdiakirin ku Artêşa Supayî Pasdarên Îranê êrîşeke bi dronan li ser baregeha Flota Pêncemîn a Amerîkayê li Behreynê kiriye.
Îran: Em ê ti êrişekê bêbersiv nehêlin
Di vê navberê de, artêşa Urdunê ragihand ku pênc mûşekên Îranî hatine astengkirin û li hewayê hatine bêkêrkirin.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî got,
“Hêzên me yên çekdar wê ti êrîşek bêbersiv nehêlin,” û peyamek ji Washingtonê re şand: ”
Eger hûn dixwazin ewle bin, ji herêma me derkevin.”
Ji aliyekî din ve, rêveberiya Trump îdia dike ku deriyê dîplomasiyê tevî hemû aloziyan vekirî dimîne.
Lêbelê, şerê ku zêdetirî 100 rojan dom kiriye, bi her roja ku derbas dibe hêviyên ji bo agirbestek mayînde li herêmê qels dike.



