Wezareta Derve ya hikûmeta demkî ya Sûriyê êrişên Îranê li ser Kuwyet, Behreyin û Urdinê şermezar kir û aramiya wan welatan wekî aramiya tevahiya herêmê bi nav kir.
Hikûmeta demkî got ku ew êrişên ku çavkaniyên wan Îran in û tê de Kuwyet, Behreyin û Urdin hatin armanckirin şermezar dike.
Her wekî destnîşan kir ku ewlehî û aramiya van welatan, beşekî bingehîn ji ewlehî û aramiya tevahiya herêmê ye.
Di heman wextê de dibêje ku ev êriş gefê li jiyana sivîlan dixwe û herêmê bi alozî û regeşiyê ve dehf dide.
Berî wê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku dê bihêlin Ehmed El-Şeri şerê Hizbullahê bike.
Lewra, çavdêr dibînin ku ev daxuyaniya Şamê çêkirina zemîna beşdariya şer e.



