Amnesty International (Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî) ji ber kiryarên Îsraîl yên li dijî Filistînê bang li dewletan kir ku têkiliyên xwe yên bazirganî, malî û sazûmanî bi dawî bikin.
Rêxistinê bi daxuyaniyekê ragihand ku civaka navneteweyî li hemberî sûcên ku Îsraîl dike gavên bi bandor neavêje û got:
Lewma hikumeta Îsraîlê bêhtir teşwîq dibe ku li xaka dagirkirî polîtîkayên êrişkariyê bimeşîne.
Li gorî Amnesty bi taybetî li Şerîa Rojava koçberkirina Fîlîstîniyan û berfirehbûna kontrola Îsraîlê zêde bûye.
Di raporê de hate gotin, hikumeta Îsraîlê desteserkirina Şerîa Rojava ji xwe re kiriye armanceke vekirî ya siyasî.
Amnesty diyar kir ku bi taybetî civaka Fîlîstînî ya li Geliyê Urdunê û Girên El Halîlê yên Başûr di bin gefeke cidî de ne û bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdana lezgîn bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin,
Bisînorkirina têkiliyên aboriyê yên bi Îsraîlê re wê têrê nekin û divê pêkanîn li ser rayedarên Îsraîlî yên ji kiryaran berpirsyar in, bê ferzkirin.
Li gorî daneyeên Amnesty, ji Çileya 2023’an heta Nîsana 2026’an herî kêm 117 gundên Fîlîstînî guhertina demografiyê ya mecbûrî hatiye kirin.



