Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Moskow derheqê jinûveavakirina baregehên xwe yên leşkerî li Sûriyê de, hevdîtinan dike.
Li gorî Reutersê, berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova îro got Moskow li ser “ji nû ve avakirina” baregehên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê nîqaş dike.
Berî niha jî Komîteya Hêzên Çekdar a Parlamentoya Amerîkayê roja 5 Hezîranê hinek guhertin ji bo budçeya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê pejirand.
Ji Pentagonê hat xwestin ku raporên asayî li ser siberoja hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyeyê amade bike.
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov çend meh berê ragihand ku welatê wî bi hikumeta demkî ya Sûriyê re der barê ji nû ve avakirin an ji nû ve bicihkirina tesîsên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê de hevdîtinan dike.
Hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyê bi giranî li baregeha esîmanî ya Himeymîmê ya li parêzgeha Lazqiyê û baregeha deryayî ya Tartusê ye.



