Destê Rêveberiya Moskow ji Şamê nabe.
Rûsya navendên xweyên leşkerî yên li Sûriyê ji nûve ava dike.
Rêveberiya Moskowê jî diyar kir ku ew vê yekê dinirxînin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di daxuyaniya çalemeniyê de got:
Moskow li ser “ji nûve avakirina” navendên xwe yên leşkerî yên li Sûriyê nîqaş dike.
Girêdayî mijarê, Komîteya Hêzên Çekdar a Parlamentoya Amerîkayê 5’ê Hezîrana 2026’an hinek guhertin ji bo budçeya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê pejirand.
Ji wan guhertinan, ji Pentagonê hat xwestin ku raporên asayî li ser siberoja hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyê amade bike.
Wezîrê Karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov çend meh berê ragihand ku welatê wî bi hikumeta demkî ya Sûriyê re der barê ji nûve avakirin an ji nûve bicihkirina navendên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyê de hevdîtinan dike.
Lavrov anî ziman ku Sûriyê eleqeya xwe ji bo dewamiya hebûna Rûsyayê nîşan daye, lê bi rengekî nû ku li gorî guhertin û şert û mercên heyî bin.
Hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyeyê bi giranî li baregeha hewayî ya Himeymîmê ya li parêzgeha Lazqiyeyê û baregeha deryayî ya Tartusê ye.



