Dîsa pêleke şerê gotinan di navbera Erdogan û Natenyahu dest pê kir.
Erdogan, Israîl wekî gefekê li ser mirovahiyê pênase kir û got ku operasyonê wê yên li Sûriyê û Libnanê gefê li ewlekariya Tirkiyê dixwe.
Serokwezîrê Israîlê Natenyahu jî bersiv dayê û gotê tu kurdan qir dikî û piştgiriya terorê dikî, tu yê herî dawiyê yî ku behsa exlaq bike.
Erdogan li parlamentoya Tirkiyê destnîşan kir ku ewlekariya Tirkiyê ne li Hatayê, lê belê li Heleb, Şam û Beyrûdê dest pê dike.
ERDOGAN: ÊRIŞÊN ISRAÎL LI SER SÛRIYÊ Û LIBNANÊ JI BO ME GEF IN
Erdogan behsa Israîlê jî kir û got ku êrişên li ser Sûriyê û Libnanê gihaştiye qonaxekê ku gefê li ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê dixwe û Enqere çavê xwe ji van êrişan nagire.
Erdogan plan û hewldanên Israîlê wekî xewn bi nav kir û piştrast kir ku ew ê nehêlin ev plan bi ser bikevin.
Di heman demê de got ku Îsraîl li hemberî Filîstîniyan qirkirineke sîstematîk pêk tîne.
Natenyahu bersiva Erdogan da: Tu yê dawiyê yî ku behsa exlaq dike!
Serokwzîrê Israîlê Binjamin Netenyahu jî bersiva Erdogan da got ku dîktatorê nijadperest û antîsemîtîk yê li dijî kurdan qirkirinê dike, piştgiriya Hemasê dike, rikberên xwe yên siyasî digire, ew yê herî dawiyê ye ku dersên exlaqê bide Israîlê.
Natenyahu bersiva Erdogan da: Em ê li dijî Îran û hevkarên wê bixebitin
Her wekî piştrast kir ku dê Israîl bi rêya artêşa xwe li dijî Îran û hevkarên wê bixebitre û destnîşan kir ku ev li ser Rojhilata Navîn û cîhanê gefeke mezin e.



