Ramanwerê çepgir ê pêşeng, civaknas û parlamenterê berê yê Swîsreyê Jean Ziegler di 92 saliya xwe de ji ber nexweşiya parkinsonê jiyana xwe ji dest da.
Ziegler yek ji rewşenbîrên herî navdar ên çepgirên Swîsreyê dihat pejirandin.
Ji ber xebata xwe ya li ser bêmafîyên kûrewî, birçîbûn, xizanî û bandorên şîrketên pirneteweyî, li qada navneteweyî dihate naskirin.
Ziegler hertim, bi tundî rexne li kapîtalîzma neoliberal kir û digot ku pergala aborî yek ji sedemên bingehîn ên newekhevî û krîzên mirovî yên li cîhanê ye.
Ziegler di sala 1964’an de li Cenevreyê bi Che Guevara re hevdîtin kir û vê hevdîtinê di ramana wî ya siyasî de roleke girîng lîst.
Di heman demêde Ziegler bi têkoşîna gelê Kurd re jî, ji nêz ve têkildar bû.
Di hevpeyvînek, Hezîrana 2023’an de dabû ANF’ê, bang li civaka navneteweyî kir ku li kêleka Têkoşîna Azadiya Kurd a ku ji hêla PKK’ê ve tê meşandin bisekinin.
Ziegler “Girtina Abdullah Ocalan û qutkirina têkiliyên wî bi PKK’ê re wek skandalek nîşan da.
Zextên Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd sûcek mutleq e.”
Ziegler di nav îmzevanên Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan re Azadî – li Kurdistanê Aştî, de bû.



