Ji bo başkirina binesazî, pêşxistina rêyan, hêsankirina trafîkê û veguhastina şêniyan Şaredariya Gel a Girkê Legê dest bi xebatên qîrkirina hejmarek rêyên sereke û şaxî yên bajêr kir.
Rûbera giştî ya rêyên ku di projeyê de cih girtine gihîştiye nêzîkî 68,680 metreçargoşeyî,
Di çarçoveya plana şaredariyê ya ji bo nûjenkirina tora rêyên di nav bajêr de, 4,100 metreçargoşeyî qîr ji wan re hatiye veqetandin.
Rêveberê Beşa Projeyan a di Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Girkê legê de Şahîn Ehmed diyar kir, Şaredariyê, li gorî bernameya xwe ya xizmetguzarî ya îsal, dest bi projeya xwe ya qîrkirina rêyan kiriye.
Ehmed anî ziman ku armanca projeyê başkirina rêyan, hêasnkirina tevgera welatî û erebeyan û çareserkirina zirarên li gelek kolan û taxan bûye, ye.



