Ji ber xebatên entegrasyonê, komîteyên şopandina kolandina bîrên ziraî hatiye rawestandin.
Ev jî dibe sedem ku bîr bê kontrol bên kolandin.
Daîreya Avê ya Qamişloyê jî diyar kir ku dema di nava bajar de bîr bên kolandin, divê wan agahdar bikin.
Ev mehek e ku li bajarên Cizîrê kolandina bîran zêde bûye.
Daireya Avê ya Qamişloyê diyar kir ku kontrolkirina bîrên ji bo malan di bin kontrola wan de ye.
Lê kontrolkirina bîrên ziraî di bin kontrola Saziya Çandiyê ya Qamişloyê de ye.
Li gorî agahiyên Daîreya Avê, piştî êrişên dewleta Tirk bi sedan wesayîtên ku bîran dikolin hatine Cizîrê.
Ev bêyî ku destûrê ji Daîreya Avê bixwazin bîran dikolin.
Heta niha 4 bîrên ku dihatin kolandin rawestandine.
Bang li gel kirin ku dema bibînin bîrek tê kolandin agahiyê bidin Daîreya Avê.
Saziya Çandiniyê jî diyar kir ku ji ber xebatên entegrasyonê komîteya şopandinê hatiye rawestandin.
Ev jî dibe sedem ku nikarin kolandina bîran kontrol bikin.
Saziya Çandiniyê diyar kir ku niha nikarin tiştekî bikin, heta ku xebatên entegrasyonê bi dawî bibin.
Ji derveyî bajarê Qamişloyê, li tevahî bajarên Cizîrê jî rewş heman e.



