Rêveberiya Sotemeniyê ya Cizîrê diyar kir ku li herêmên Rêveberiya Xweser buhayê mazota xizmetguzariyê wekî xwe maye lê mazota bazara serbest bûye 75 sent.
Hinek benzînxane mazotê ji hikumetê digirin, ji ber wê jî bi 88 sentan difiroşin.
Rêveberiya Sotemeniyê ya Cizîrê duh 15’ê Hezîranê, li bajarê Hesekê ji bo diyarkirina buhayê mazotê civînek çêkir.
Di civînê de buhayê mazota bazara serbest ji 55 sentan derket 75 sentan.
Lê mazota xizmetguzariyê (jenerator û firinên giştî) ya Rêveberiya Xweser wekî xwe maye ku lîtreya wê bi 125 LS.
Li gorî agahiyan derbarê buhayê benzînê, nîqaş nehatine kirin.
Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Şamê de buhayê mazotê 88 sent e.
Li hin benzînxaneyên herêmê jî mazot bi 88 sentan tê firotin.
Rêveberiya Sotemeniyê diyar kir ku ew benzînxane, mazota xwe ji hikumeta demkî werdigirin, ji ber wê jî mazota wan ji ya Rêveberiya Xweser bihatir e.



