Weqfa Jin a Şehîd Şevîn ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji bo perwerdekirina jinên ciwan di warên cuda de dewreyên perwerdeyê da destpêkirin.
Ev dewreyên perwerdeyê dê mehekê berdewam dikin.
Mamoste û xwendekarên ku tevlî perwerdeyê bûn dan zanîn ku ev perwerde ji bo hêzdarkirina jinan e û gotin:
“Armanca xebatên me ewe ku em hêza jin ya di hundirê jinê de derxin pêşe.
Em dixwazin hemû jin bi keda xwe, li ser lingê xwe raweste.
Wek Rêbertî ji dibêje; ‘Divê jin xwe rêxistin bike’.
Pêwîste em wek jin destpêkê xwedî li nasnameya xwe derbikevin.
Em dixwazin hêza jinê komî serhev bikin û wan rêxisitin bikin.
Em hêvîdikim her kes jî were vê perwerdeyê bibîne.”



