Heyeta DEM Partiyê li ser çerçoveya qanûnê bi heyetek AKPˊê re hevdîtin pêk anî.
Her wiha dan diyarkirin kû Rêber Abdullah Ocalan ji bo xitimîna pêvajoyê derbas bibe, hin pêşniyar jî kirine.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojeva serekê ya siyasetê ye.
Raya giştî jî li bendê ye ku beriya Meclisa Tirkiyeyê bikeve betlaneyê ango navberekê çarçoveya qanûnê li meclisê bê amadekirin.
Her wiha Rêber Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawî ya bi heyeta DEM Partiyê re ji bo xitimîna di pêvajoyê de derbas bibe hin pêşniyar kirine.
Çavkaniyên DEM Partiyê diyar kirin ku hiqûqnas li ser pêşnûmeyê dixebitin û piştî pêşnûme temam bû dê ji raya giştî re parve bikin.



